Mîna guleki êvelî ger bibuhire jîna me [*]
mîna çivîka dayika xwe hindakirî...
Cet article est affiché dans sa langue originale. La traduction est en attente. (TR)
Berken BEREH...
Rojek,
ji ber xeman, kulan
hînê helbestnivîsandinê bûn tiliyê min.
Niha
Ji bo evînê ji bo tuneyiyê
û çavên dayika xwe î belek dinivîsim.
Dibînim,
zarûk bêpar in
-di salan zarûkan de li dinê-
ji xwendin
leystik
û wekheviyê
Dinêrim,
li berbajarka, li kolana
mîna çivîka dayika xwe hindakirî
diçin û tên meriv
dikevin çayxana
çayxanê bê hilberî
Lê divê
mîna gulekî êvelî
ger bibuhire jîna me
bi şev bi roj
em evînek bihonin
evînek nû û mestir…
Lew
niha stran me dibejin
stran li çiya.
*Ev helbest cara ewil di sala 1980yî da, di hejmara diduyan a kovara Tîrêjê da weşiyaye û tevî helbesta “Ji ba me rê diçe xweşitiyê” helbestên pêşîn ên Berken Bereh in ku hatine weşandin…
Not : Bu yazı Dilop dergisinden alınmıştır…