Berken BEREH...
[email protected]

Ew şairê bi pora xwe ya dirêj û wek keziyekê li ser milê xwe de berdida û bi bedlên xwe yên rengo rengo û simbêlên xwe yên şûr nabire û dengê xwe yê borr û bi wî dilê xwe yê ji çûkekê naziktir dema li Ofîsa Amedê diçû û dihat hez û hezkirin bi per û bask dibûn, hêvî mîna tîrêja ewil ya serê sibeha payîzê xwe bera kolan û kuçeyên vî bajarê hêrs û raz û xewnên xwe bi surên wê re par ve dikir dibû, zarok bi bişirîn, ciwan bi evîndarî dibûrîn ji bîr û dalanên jiyanê...

Erê ew bengî û dildarê gelê xwe, kedkarekî jidil yê şi’rê bû...

Ne şi’r ba kesê tênedigihîşt ku di wî dilê nazik de çi tofan radibin, dostanî, wefadarî, berxwedan û azadî çito reh û koka xwe berdaye di jiyana wî de û ew her kêlîk dida du wê xewnê ku erdnîgariyek wek zarokê pêdivî bi pêsîra dayîka xwe ye bi hesret û çavbeloq li bendê ye; Azadî!

Arjen Arî, berdevkê sedsaleke tije êş û serhildan e. Ew dengê resen ê evîndaran, neçaran, xizan û bêkesan e. Di wan rojên reş û tarî de, dema xortên kurd alên rizgariyê li ser milên xwe radihîştin û li kolanan dimeşiyan, ew li cem wan bû. Dema ku li êşkencexane û zindanan de berxwedanên dîrokî dihatin hûnandin, dema ku gundên me dihatin şewitandin û civaka me ber bi penaberiyê ve dihat dehfdan, hestên wî li wir bûn. Ji ber vê yekê, bi dilekî rehet dikare bê gotin ku Arjen Arî helbestvanê berxwedan, xweragirî û mêrxasiya kurdî ye...

Her çend wî di dawiya salên 70yî de dest bi nivîsandina helbestê kiribe jî, ji ber zextên pergalê, pirtûka wî ya yekem “Ramûsan min veşartin li geliyekî” ancax di sala 1999an de ronahî dît...

Qedera helbesta wî û ya neteweya wî mîna hev bûn; hevîrê wî bi êş û giriyên civaka wî hatibû strandin. Ew bi gelê xwe re diqehiriya, bi wan re dinaliya û li hember zilmê li ber xwe dida...

Ev dilsoziya kûr di “jînenîgarî”ya wî ya helbestî de bi van gotinan dimilmile: “ne pênc carên binçavkirinê, ne jî di sikaka wî bajarî de birîndariya mirinê bû sedema ku vî welatî bihêlim û biçim.”

Helbesta Arjen Arî, salname û dîroka civaka kurd e. Wî serpêhatiya gelê xwe ya sih û pênc salan bi awayekî helbestî li ser kaxezê nexşandiye...

Navên pirtûkên wî bixwe rûpelên vê salnameya dîrokî ne: “Ev çiya rûspî ne”, “Destana Kawa”, û “Şêrgele”.

Wî her çend zimanekî navneteweyî bi kar anibe jî, mijarên wî her tim li ser berxwedan, hêvî, evîn û carinan jî dilmayîn û xeydokiyê bûn, ku ev hemû sembolên mirovbûyînê ne...

Wî bi vegotineke dastanî hestên însanî gihand cîhanê...

Berhema wî ya pêşîn bi helbesta “Herekol” dest pê dike. Wî di vê pirtûkê de wekî kamêravanekî li ser rûyê welêt geriyaye û her êş, zindan û sûtbûna gundan qeyd kiriye...

Di pirtûka “Ev çiya rûspî ne” de, ew ber bi asteke hîn bilindtir ve diçe. Li vir, ezmûna wî ya helbestî ji nasnameya takekesî ya mîna “ez” rizgar dibe û kirasê dastanî yê “em”ê li xwe dike...

Lehengên wî ne kesên pîroz û efsûnî ne, belkî mirovên ji rêzê ne; carnan ditengijin, hêrs dibin û dixeyidin...

Di dawiya temenê xwe de, Arjen Arî bi pirtûka “Eroûtîka” şoreşeke nû di poetîkaya kurdî de çêkir...

Wî nîşan da ku ji bilî êşên neteweyî, laş û giyanê takekesê kurd jî hatiye birîndarkirin. Ew berevajî helbesta klasîk ku her tim eşqa îlahî tîne zimên, li vir rasterast daxwazên cinsî û eşqa beşerî dike mijar û di navbera erotîzm û pîroziyê de terazûyeke xurt datîne...

Berhema wî ya dawî “Çil Çarîn” jî, formeke nûjen daye çarînên klasîk û wekî fêrgeheke çand û folklora kurdî tê naskirin. Arjen Arî, di helbesta kurdî de stûneke qahîm, xweser û resen e ku li tu kirasekî teng nayê. Ew mîna çiyayên welatê xwe her ber bi esmên ve hildikişe û hespê helbesta wî her li tixûbên xeternak bi çargavî dibeze. Ev mîrateya pîroz û dewlemend, dê ji bo nifşên paşerojê her tim bibe ronahiyeke geş, mezin û herikbar...

30ê heyva bûrî salvegera vexêrkirina wî bû. Ji ber konferanseke navnetevî ya beriya sê heyvan hatî plan kirin ku bi teblixek xwe li wir bim, nekarîm beşdariya vê bernameya serkeftî bikim...

Ez di salvegera yad kirina wî de bejna xwe li ber wî û şi’ra wî ditewînim û dibêjim Arjeno li rihet, aram û serbilind be lew, tu bi beden nebî jî bi deng û peyva xwe her li vir û dijî û dê bijî!

Ger hûn bixwazin serborî û şanaziya vê xakê binasin, fermo ser sifra Arjen Arî...
-------------------------------------------------------------
YAZININ TÜRKÇE VERSİYONU...

Bir hayalimiz vardı; özgürlük...

Berken BEREH...

Uzun saçlarını bir örgü gibi omuzlarına bırakan, rengârenk takım elbiseleri, kılıç gibi bıyıkları, tok sesi ve bir kuşunkinden daha narin yüreğiyle o şair, Diyarbakır’ın Ofis semtinde gelip geçince sevgi ve muhabbet kanatlanırdı. Umut, sonbahar sabahının ilk güneş ışığı gibi bu kentin sokaklarına ve daracık yollarına yayılır; kentin öfkesine, sırlarına ve hayallerine ortak olurdu. Çocuklar gülümseyerek, gençler aşkla geçerdi hayatın sokaklarından ve geçitlerinden...

Evet, o, halkına sevdalı, gönülden bağlı bir şiir emekçisiydi...

Onun şiirlerini okumayan biri, o narin yürekte nasıl fırtınalar koptuğunu; dostluğun, vefanın, direnişin ve özgürlüğün onun yaşamında nasıl kök saldığını anlayamazdı. O, her an kendini bir hayale adardı. Tıpkı annesinin göğsüne muhtaç bir çocuk gibi, bir coğrafyanın hasretle ve gözlerini dört açarak beklediği o hayale: Özgürlük!

Arjen Arî, acılar ve başkaldırılarla dolu bir yüzyılın sözcüsüdür. O, âşıkların, çaresizlerin, yoksulların ve kimsesizlerin sahici sesidir. O karanlık ve kasvetli günlerde, Kürt gençleri özgürlük bayraklarını omuzlarına alıp sokaklarda yürürken o da yanlarındaydı. İşkencehanelerde ve cezaevlerinde tarihî direnişler örülürken, köylerimiz yakılırken ve toplumumuz göçe zorlanırken onun duyguları da oradaydı. Bu nedenle gönül rahatlığıyla söylenebilir ki Arjen Arî, Kürt direnişinin, kararlılığının ve yiğitliğinin şairidir...

Her ne kadar 1970'li yılların sonunda şiir yazmaya başlamış olsa da sistemin baskıları nedeniyle ilk kitabı “Ramûsan min veşartin li geliyekî” (Öpücükleri bir vadide sakladım) ancak 1999 yılında yayımlanabildi...

Onun şiirinin kaderiyle halkının kaderi birbirine benziyordu. Şiirinin hamuru, toplumunun acıları ve gözyaşlarıyla yoğrulmuştu. Halkıyla birlikte öfkeleniyor, onlarla birlikte inliyor ve zulme karşı direniyordu...

Bu derin bağlılık, onun şiirsel “öz yaşam öyküsünde” şu sözlerle kendini gösterir:

“Ne beş kez gözaltına alınmam ne de o kentin sokağında ölümcül biçimde yaralanmam, bu ülkeyi bırakıp gitmeme neden oldu.”

Arjen Arî'nin şiiri, Kürt toplumunun takvimi ve tarihidir. O, halkının otuz beş yıllık mücadelesini şiirsel bir anlatımla kâğıda işlemiştir...

Kitaplarının isimleri bile bu tarihsel takvimin sayfaları gibidir: “Ev çiya rûspî ne” (Bu dağlar ak saçlıdır), “Destana Kawa” (Kawa’nın destanı) ve “Şêrgele” (Yiğit)...

Her ne kadar evrensel bir dil kullanmış olsa da işlediği konular her zaman direniş, umut, aşk ve zaman zaman da hayal kırıklığı ile kırgınlık olmuştur. Bunların tümü insan olmanın simgeleridir...

O, destansı bir anlatımla insani duyguları dünyaya ulaştırmıştır...

İlk eseri “Herekol” şiiriyle başlar. Bu kitapta adeta bir kameraman gibi ülkenin dört bir yanını dolaşmış; her acıyı, her zindanı ve yakılan her köyü kayda geçirmiştir...

“Ev çiya rûspî ne” adlı kitabında ise şiiri daha yüksek bir düzeye ulaşır. Burada onun şiirsel deneyimi, “ben” gibi bireysel bir kimlikten sıyrılarak destansı bir “biz” kimliğine bürünür...

Onun kahramanları kutsal ya da büyülü kişiler değil, sıradan insanlardır. Bazen sıkışıp kalırlar, öfkelenirler ve kırılırlar...

Arjen Arî, yaşamının son döneminde yayımladığı “Eroûtîka” adlı kitabıyla Kürt şiir anlayışında yeni bir devrim gerçekleştirdi...

O, ulusal acıların yanı sıra Kürt bireyinin bedeninin ve ruhunun da yaralandığını gösterdi...

Sürekli ilahi aşkı dile getiren klasik şiirin aksine, bu eserinde cinsel arzuları ve insani aşkı doğrudan konu edindi. Erotizm ile kutsallık arasında güçlü bir denge kurdu...

Son eseri “Çil Çarîn” (Kırk Dörtlük) ise klasik dörtlüklere modern bir biçim kazandırmış, Kürt kültürü ve folklorunun bir okulu olarak kabul edilmiştir...

Arjen Arî, Kürt şiirinde hiçbir dar kalıba sığmayan; güçlü, bağımsız ve özgün bir sütundur...

O, ülkesinin dağları gibi daima gökyüzüne doğru yükselir. Şiirinin atı ise en tehlikeli sınırlarda bile dört nala koşar...

Bu kutsal ve zengin miras, gelecek kuşaklar için her zaman parlak, büyük ve durmaksızın akan bir ışık kaynağı olacaktır...

Geçtiğimiz ayın 30'unda onun anıldığı yıl dönümüydü...

Üç ay öncesinden planlanmış uluslararası bir konferansta bildiri sunacağım için bu anma programına katılamadım...

Onun anıldığı bu yıl dönümünde, kendisinin ve şiirinin önünde saygıyla eğiliyor ve şöyle diyorum:

“Arjen, huzur içinde ol, rahat ve başın dik olsun. Çünkü sen bedenen aramızda olmasan da sesinle ve sözlerinle hâlâ buradasın, yaşıyorsun ve yaşamaya devam edeceksin!”

Eğer bu toprakların geçmişini ve gururunu tanımak istiyorsanız, buyurun Arjen Arî'nin sofrasına...

KAYNAK: Evrensel Gazetesi...