Doğan CEREN şiiri…
Îro dehê gulanê ye
Germahî û zindîbûna biharê
Mizgînî dide ku dê xweş derbas bibin
Rojên havînê
Xweza bedewîyên xwe pêşkêş dike bi comerdî
Lê
Wek ku bi dijmin pev diçin
Berdewam in mirov di şer de
Xunçeya dibişkive
Kulîlka vedibe
Pelê ku şîn dibe
Ti qîmet nagihîne
Azwerîya têrnexwarî ya mirovan
Bombe diteqin ji nêzîk ve
Li dûr jî
Birçîbûn rê nade pitikan bo razanê
Û ez
Bêyî guh bidim êşên ku min diferfitînin
Di şînkahîyên heşifî yên şevê de
Li stêrkekê digerim
Xew li min herimî nikarim razêm
Kabûs û îşkence
Dev ji min bernadin xewnexofên bizdok
Ji gîyanê min êrîşî bedena min dikin êş û jan
Masûlkeyên min bêweş
Tûre vekêşandî
Bedena min lodek top
Ketime demeke qehp
Di vê serdemê de mirovek im wax wax
Qehwe û derman fêde nakin
Di serê min de êşên derb balyoz
Mîna pêlên deryayeke har
Diarihîne janên gîyanê min
Mûzîk
Medîtasyon
Û derman
Nayên dîtin wendahîyên rihê min
Kezeba min dirihele dîsa şewişî me
Jîyan zîndan
Mirov zebanî
Ev dinya wisa kaosek bi xwîn
Gîyanekî ku bi xewnexofan re pev diçe
Perçe wesle bûne dilşadî dîrhem dîrhem
Êdî per û baskên berxwedanê jî şikestî ne
Bedena min dihele hêdî hêdî
Saet diherikin
Çar
Pênc
Gelo dê dengê min bibihîze Nazimê şair
Çi digot “me yê roj zebt bikira”
Ka li ku ye ew xewn ey şair
Dema em dibêjin em pasevanên hêvîyê ne
Ewqas qerebalix hîçbûnek mirî
NOT : Dogan CEREN...
Werger: Süleyman Akkuş
Sevgili Süleyman Akkuş kardeşimin Kürtçeye çevirdiği bir şiirim...








