10ê COTMEHA 2015an; RAWESTGEHEKE BIXWÎN…

10ê COTMEHA 2015an; RAWESTGEHEKE BIXWÎN…

HABER MERKEZİ  : 10 sal berê, di 10ê Cotmehê da, 103 bira, hevrê û dostên me yên ku
me di têkoşîna gelan a ked û aşitiyê da winda kirin, di dafikeke ku
manîpulasyona ‘berjewendiya neteweyî’ bi nav kirî hatin qetilkirin. Di
tunela tarî ya ku em tê da bûn, rawestgeheke bi xwîn bû, 10ê Cotmeha
2015an. Rêwîtiya di wê tunelê da hîn jî berdewam e.
Ji 10ê Cotmeha 2015an vir va jiyana li Tirkiyê ji beriya kerasetê baştir
nîn e…
‘Holikên’ ku di sîwana heybet a qesrên ku her diçin mestir dibin, bêhtir
nedîtbar û bêhnteng bûn… Aşitî, azadî û bêguman nan hîn kêmtir bû.
Mihemed Iqbalê ku bi xwe jî sofî ye, li sofiyên ku gotin, ‘Ger dem li gorî te
nebe, tu li gor demê bimeşe’ dij derket û got: ‘Ger dem li gorî te nebe, li
dijî wê şer bike.’
Pêwîst e li dijî demê têkoşîn bê kirin; ‘kerametek’ ji bilî vê nîn e ji bo
mirovan.
Naxwe, ji bilî her tiştî, êş û bîranînên windakiriyên me, wê me daqurtînin,
emê bibin xir û xwelî…
Dema ku kêmasiya hevalên me, wek ‘êşa jiyanê’ li stuyê me daliqî bin,
zimanê me ji bilî “ked, aşitî, azadî”, çi dikare bêje?!
Kî dixwaze li gor ‘berjewendiya neteweyî’ ya ku hewceyî veşartina
rastiyê ye dimeşe, bila bimeşe.
Wekî ku di wesiyeta wan mirovên bedew ên me winda kirine hatiye
nivîsandin; em alîgirê jiyaneke ku gel neyê xapandin, bi tenduristî, dad û
azad in, ger ‚berjewendiyeke‘ me lê hebe!

EM KOMKUJIYA 10’Ê COTMEHÊ
JI BÎRNAKIN Û NADIN JI BÎRKIRIN

NOT : Bu yazı Dilop dergisinden alınmıştır...

Fotoğraf  : Evrensel Gazetesi…

* Bu bir editöryal haberdir.

Önceki Haber Li Hewşa Bêriyan...
Sonraki Haber Nêrgizek...
Benzer Haberler

Nêrgizek...

Li Hewşa Bêriyan...

ÇÎROKEKE HÎVRONÊ..

Rastgele Oku