Bê helbest nemîne...
Jiyan ne li benda me dimîne û ne jî hewceyî bi me heye. Ew bi gor şert û şûrtên xwe bi awayek ji awayan dimeşe, diherike. Di vê herka jiyanê ya ji kontrola me der ger em bixwazin li gel wê û li tengala wê biçin divê em digel hewceyiyên xwe yên bingehîn ango ji têrkirina zikê xwe wêdetir hinek jî hewl bidin hiş, mejî û dilê xwe jî têr bikin...
Berken BEREH...
[email protected]
Jiyan ne li benda me dimîne û ne jî hewceyî bi me heye. Ew bi gor şert û şûrtên xwe bi awayek ji awayan dimeşe, diherike. Di vê herka jiyanê ya ji kontrola me der ger em bixwazin li gel wê û li tengala wê biçin divê em digel hewceyiyên xwe yên bingehîn ango ji têrkirina zikê xwe wêdetir hinek jî hewl bidin hiş, mejî û dilê xwe jî têr bikin. Bêguman ev têrkirin ne hêsan e lew, di xirûcira jiyanê de ta dor were ser têrkirina ruh û giyanî bi sedan pêdiviyên me hene. Wêje di nav van pêdiviyên giyanî amura herî bi wate, bandorker û seyr e. De ka em lê binêrin ji ber çi bêwêjeyê em kêm, ne temam û piçek jî ji xwezaya xwe ya mirovî dûr in...
Wêje di nav pêlên jiyana rojane de teşe digire; bandoreke kûr li ser kesî dike û şopên mayînde li ser giyanî dihêle. Wêje, mîna xelekên darê, bi hev ve girêdayî û pêçandî ye. Ji ber vê yekê, divê mirov li wêjeyê wekî tevahiyekê binêre û şîrove bike...
Çawa ku wêje û jiyana rojane bi hev ve girêdayî ne, bi heman awayî binhişî û hêza ramanê jî bi hev ve girêdayî ne. Wêje -û bi taybetî helbest- tenê bi rêya raman û hişmendiyê wateyê bi dest dixe. Xala girîng li vir, pêwîstiya hevahengiya di navbera çalakîyê û mejî de ye. Raman di helbestê de cihekî taybet digire. Her çend di nihêrîna ewil de ne diyar be jî, xwendevanekî zîrek vê yekê hîs dike û têdigihîje; ji ber ku helbest berhema ramaneke zelal e. Lêbelê, helbest ne li ser bingeha pêşniyaran (tezan) tê nivîsandin û ne jî hewl dide raman an argumaneke taybet îspat bike. Ew ne rastiya mutleq, lê rê û rêbazên gihîştina wê rastiyê nîşanî me dide. Bi kurtî, helbest tiştekî ji me re îsbat nake; berevajî vê, ew îşaretî tişta ku heye -an jî ya ku divê hebe- dike û hesteke têkildarî wê, yanî rastiyê, di me de şiyar dike...
Helbest berhema ramaneke paqij û kûr e. Ew taybetmendiyên me yên herî mirovî şiyar dike û dajo; bi vî awayî, wateyeke kûrtir dide hebûna me ya li vê dinyayê. Bi rêya helbestê, em ji kêmasiyên xwe agahdar dibin, têgihiştineke kûrtir ji jiyana xwe ya hundirîn re peyda dikin, bi xwe re li hev tên û wê aramiyê dibînin ku di atmosfereke sakîntir de bijîn. Helbest ji hemû wan tiştan pêk tê ku em dikarin bifikirin, lê nikarin bi gotinan bînin ziman an jî îfade bikin. Ew dengê cîhana me ya hundirîn a bêdeng e -sitargeha herî pêbawer a ji bo lawaziyên me. Gava em xwe dispêrin wê, em xwe di ewlehiyê de, bi hêz û bextewar hîs dikin; em ji her cûre zirarê parastî dimînin...
Helbest mîna eyneyekê ye ku em tê de xwe dibînin û bi rastiya xwe re rûbirû dibin. Ji ber vê yekê, her kesê ku qîmetê dide xwe û dixwaze tiştekî li jiyanê zêde bike, divê di jiyana xwe de cih bide helbestê; divê wekî tiştekî bingehîn -tam mîna nan an avê- qîmetê bide wê. Çikû di jiyanê de helbest heye û di helbestê de jî jiyan heye; zindîbûna jiyanê bi xwe, ji helbestê tê...
Helbest kurteçîroka jiyanê ye...
‐‐--------------------------------------------------------------
Şiirsiz kalma...
"Şiir, saf ve derin bir düşüncenin ürünüdür. En insani özelliklerimizi uyandırır ve harekete geçirir; böylece bu dünyadaki varlığımıza daha derin bir anlam katar."
Berken BEREH...
Hayat ne bizi bekler ne de bize ihtiyaç duyar. Kendi koşulları çerçevesinde, şu ya da bu şekilde yürür, akar. Kontrolümüz dışındaki bu hayat akışında onunla birlikte yürümek istiyorsak, temel ihtiyaçlarımızın, yani karnımızı doyurmanın ötesinde, biraz da aklımızı, zihnimizi ve gönlümüzü doyurmaya çabalamalıyız. Kuşkusuz bu doyum kolay değildir; çünkü hayatın koşuşturması içinde sıra ruhu ve maneviyatı doyurmaya gelene dek yüzlerce ihtiyacımız vardır. Edebiyat, bu manevi ihtiyaçlar arasında en anlamlı, en etkili ve en ilginç araçtır. Gelin, edebiyattan yoksun kaldığımızda neden eksik, yarım ve insani doğamızdan biraz da uzak olduğumuza bir bakalım...
Edebiyat, gündelik hayatın dalgaları arasında biçimlenir; insan üzerinde derin bir etki bırakır ve ruhta kalıcı izler bırakır. Edebiyat, ağacın halkaları gibi birbirine bağlı ve iç içe geçmiştir. Bu nedenle edebiyata bir bütün olarak bakmak ve onu öyle yorumlamak gerekir...
Edebiyat ile gündelik hayat nasıl birbirine bağlıysa, bilinçaltı ile düşünce gücü de aynı şekilde birbirine bağlıdır. Edebiyat -ve özellikle şiir- ancak düşünce ve bilinç yoluyla anlam kazanır. Burada önemli olan nokta, eylem ile zihin arasındaki uyumun gerekliliğidir. Düşünce, şiirde özel bir yer tutar. İlk bakışta belli olmasa da zeki bir okur bunu sezer ve kavrar; çünkü şiir berrak bir düşüncenin ürünüdür. Ne var ki şiir, önermeler (tezler) üzerine yazılmaz; belirli bir düşünceyi ya da argümanı kanıtlamaya da çalışmaz. Bize mutlak gerçeği değil, o gerçeğe ulaşmanın yollarını ve yöntemlerini gösterir. Kısacası şiir bize hiçbir şey kanıtlamaz; aksine, var olana -ya da var olması gerekeni- işaret eder ve onunla, yani gerçekle ilgili bir duyguyu içimizde uyandırır...
Şiir, saf ve derin bir düşüncenin ürünüdür. En insani özelliklerimizi uyandırır ve harekete geçirir; böylece bu dünyadaki varlığımıza daha derin bir anlam katar. Şiir sayesinde eksikliklerimizin farkına varır, iç dünyamızı daha derinden kavrar, kendimizle barışır ve daha sakin bir atmosferde yaşamamızı sağlayacak huzuru buluruz. Şiir, düşünebildiğimiz ama sözcüklere dökemediğimiz ya da ifade edemediğimiz her şeyden oluşur. O, sessiz iç dünyamızın sesidir -zaaflarımız için en güvenilir sığınaktır. Ona sığındığımızda kendimizi güvende, güçlü ve mutlu hissederiz; her türlü zarardan korunmuş oluruz...
Şiir, içinde kendimizi gördüğümüz ve kendi gerçeğimizle yüzleştiğimiz bir ayna gibidir. Bu yüzden kendine değer veren ve hayata bir şeyler katmak isteyen herkes, hayatında şiire yer vermeli; ona ekmek ya da su gibi temel bir şeymiş gibi değer vermelidir. Çünkü hayatta şiir vardır, şiirde de hayat; hayatın canlılığının kendisi şiirden gelir.
Şiir, hayatın kısa öyküsüdür...
KAYNAK : Evrensel Gazetesi...
Bu bir editöryal haberdir.
Yorumlar